PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li bajarê Minbic ê Sûriyê ku di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye, balafireke bêmirov a artêşa Tirkiyê kete xwar.
Li gorî ragihandina Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ku bi ser HSDê ve ye, dema balafireke bêmirov a Tirkiyê li ser gundê Toxar ê li bakurê Minbicê digeriya, ketiye xwar.
Derbarê sedema ketina wê balafirê de ti agahî nehatin belavkirin ku nehat zanîn bê hatiye xistin yan bi xwe ketiye.
Herwiha li ser medya civakî jî dîmenên droneke Tirkiyê ya ketiye, hatin belavkirin ku tê gotin êrîşeke dronên întixarî li ser Minbicê hatiye encamdan.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin