PeyamaKurd- Hat ragihandin ku li herêma Masyaf a bakurê Hemayê di encama êrîşa moşekî de teqînên mezin rû dan.
Medya Sûriyê ragihand ku sîstema parastina hewayî bersiv daye êrîşa moşekan ku ziyanên wê hîn nehatine zanîn.
Li gor zanyariyên herêmî jî êrîş ji aliyê Îsraîlê ve bi ser milîsên Îranê yên li herêma Masyafê hatiye kirin ku kampa Talaî ya li Şêx Gadbanê hatiye bombekirin.
Hîn derbarê êrîşê de daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin