PeyamaKurd – Li Sûriyê li devera Dabiqê bi roketan li baregeha artêşa Tirkiyê (TSK) xistin û di encamê de 5 polîsên tîmên taybet û 3 leşker birîndar bûn. Li gor ragihandina DHAyê; êrîş ber destê êvarê bûye.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxanên bajarên Entabê û Kîlîsê. Wezareta berevaniya Tirkiyê heya niha tiştekî di mijarê de negot.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin