PeyamaKurd - Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku helîkoptereke wan li Sûriyeyê ketiye û di encama bûyerê de 2 pîlotan jiyana xwe ji dest daye.
Wezareta Berevaniya Rûsyayê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li herêmên rojhilatê Sûriyê di çarçoveya plankirî de helîkoptera KA-52 bi du pilotan rabûye û bi sedemên nehatiye zanîn ketiye. Di encama bûyerê de herdû pîlotan jî jiyana xwe ji dest daye.
Wezaretê diyar kir ku xwe gihandine cesedên herdû pîlotan û ew birine baregeha hewayî ya Rûsyayê. Herwiha texmîn em texmîn dikin ku ketina helîkopterê ji ariza teknîkî bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin