Li Sûriyê, her ku diçe rews xirabtir dibe!

Li Sûriyê, her ku diçe rews xirabtir dibe!

PeyamaKurd- Fermandarekî berê yê Hêzên Sûriya Demokratîk Husameddîn Ewak got ku bi giştî rewşa Sûriyê pir xirab e û wilo xuya dike ku wê xirabtir jî bibe.

Di derbarê rewşa Sûriyê, Rojavayê Kurdistanê, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) de Fermandarê berê yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Husameddîn Ewak nêrînên xwe parve kirin.

Ewak got ku rewşa Sûriyê pir xirab e; lê belê wê hê jî xirabtir bibe. Agirek tê ku hişk û terr bi hev re hemî tiştî bişewitîne.

Li ser pêwendiyên Îran û Tirkiyê jî Ewak wiha axivî: “Di navbera Tirkiye û Îranê de hinek nakokî hene. Lê belê ji bo tunekirina YPGê her du jî bi hev re ne. Hebûna YPGê girêdayî şerê li dijî IŞÎDê ye. Wextê ku IŞÎD xilas bû, ew dewletên ku piştgiriyê didine YPGê, wê desteka xwe vekişînin.”

Li ser pêşmergeyên rojavayê jî Ewak wiha got: “Vegerîna pêşmergeyên rojavayê ji bo yekîtiya Kurdan û têkoşîna bi hev re, gaveke pir girîng bû. Di destpêkê de ji bo yekîtiya Kurdan me biryarek dabû. Ji bo parastina gelê Kurd me şandeyek rêkire cem Serok Barzanî. Lê belê ev gav ji aliyê Qendîlê ve hate redkirin û wekî xayîntiyê hate binavkirin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin