PeyamaKurd- Li gorî agahiyên herêmî, li bajarê Suveyde yê Suriyeyê, ji ber aloziyên rewşa aboriyê, li dijî rejîma Esad xwepêşandan hatine kirin.
Li gor agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatin ragihandin, li herêma Suveyde ya Suriyeyê, ji ber xirabûna rewşa aboriyê û pirsgirêkên ewlehiyê, xelkê bi ser avahiya parêzgariyê ve girtiye.
Hat diyarkirin ku xelk, li navenda bajaroka El-Meşnaka li hev kom bûye û tevlî xwepêşandanên li dijî rejîmê bûne û rêya sereke qut kirine. Hat diyarkirin ku girseya bi hêrs bi dirûşmên “Gel dixwaze rejîm hilweşe” ber bi qeymeqamtiyê ve jî meşiyane.
Ji aliyê din ve di dema xwepêşandanan de maşîneke hêzên rejîmê hatiye destserkirin û şewitandin.
Hat ragihandin ku hêzên rejîmê li herêmê gule bi ser xwepêşandêran ve reşandine û xwestine ku wan belav bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin