Li Swêdê 5 wekîlên Kurd ketin parlamentoyê!

Li Swêdê 5 wekîlên Kurd ketin parlamentoyê!

PeyamaKurd- Li Swêdê di hilbijartinên şaredarî û parlamentoyê de li gorî agahiyên pêşî, 5 wekîlên Kurd jî hatine hilbijartin.

Li Swêdê hilbijartinên şaredarî û parlamentoyê hatin kirin. Li gorî encamên pêşiyê; wekîlên Kurd yên bi navên Lawen Redar, Gulan Avci, Roza Gûçlû Hedin, Serkan Kose û Kadir Kasirga hatin hilbijartin û ketine parlamentoyê de.

Wekîlê parlamentoya Swêdê Cabar Emîn got ku heta du rojan jî hijmartina dengan wê bidome û heye ku hinek wekîlên Kurd yên dî jî werin hilbijartin.

Li Swêdê di 9ê Êlûnê de hilbijartinên şaredarî û parlamentoyê hatin kirin. Ji %84 gelê Swêdê beşdarî hilbijartinan bûn.

Li gorî encamên nefermî, Partiya Karkeran 144 kursî û partiya rastgir jî 143 kursî standine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin