Li Tirkiyê 48 girtîgehên din têne avakirin

Li Tirkiyê 48 girtîgehên din têne avakirin

PeyamaKurd - Wezareta Dadê ya Tirkiyê ragihand ku heta sala 2021ê li hemû Tirkiyê 48 girtîgehên din têne avakirin. 

Li gor daneyên Wezareta Dadê ya Tirkiyê, heta sala 2021ê li Tirkiyê 48 girtîgehên nû li ser rûbera şeş milyon metre çargoşe dê werin çêkirin. Bi van girtîgehên nû re, dê li Tirkiyê girtîgeh bi giştî 500 hezar kesan bikarin li xwe bigrin. 

Di nav salên 2006 – 2019an de li Tirkiyê 166 girtîgehên nû hatine çêkirin û rûberên 34 girtîgehan jî hatine berfirehkirin ku cihê 149 hezar û 588 kesan di wan de heye. 

Li gor amarên Rêveberiya Giştî ya Girtîgehên Tirkiyê, 396 girtîgeh, 17 çaksaziyên jinan û 10 çaksaziyên zarokan hene ku cihê 220 hezar û 8 kesan tê de heye. Lê belê li girtîgehên Tirkiyê li gor qebareya wan bi rêjeya %34.1 zêde girtî hene û 260 hezar û 144 kes niha girtî ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin