Li Tirkiyê bi hêza 6.1 erdhej çêbû

Li Tirkiyê bi hêza 6.1 erdhej çêbû

PeyamaKurd – Li Tirkiyê bi hêza 6.1 erdhej çêbû û di encamê de 35 kes birîndar bûn.

Li gor zanyariyan, erdhej îro di saet 4:00 li Stenbol û çend bajarên din ên derdora wê çêbû û navenda wê jî Duzce bû ku 200 kîlometre ji Stenbolê dûr e.

Wezîrê Tenduristiyê Fexredîn Koca li ser hesabê xwe yê Twîtterê eşkere kir, 32 jê li Duzce, yek li Stenbolê û 2 jî li Bolu û Zonguldakê 35 kes birîndar bûne.

Di berdewamiyê de da zanîn, gelek avahî û malên bajêr jî ziyan dîtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin