Li Tirkiyê ji bo 3 rojan sîn tê ragihandin

Li Tirkiyê ji bo 3 rojan sîn tê ragihandin

PeyamaKurd - Hate ragihandin ku piştî hejmarek weletên Ereb li Tirkiyeyê jî ji ber êrîşa nexweşxaneyê ya Xezeyê şîn tê ragihandin.

Li gorî daxuyaniya Serokêwekîla Koma Ak Partiyê Ozlem Zengin, dê îro 18ê Cotmehê nava rojê bi biryarnameya serokomariya Tirkiyeyê 3 roj şîna giştî bê ragihandin.

Ozlem Zengîn got ku ragihandina 3 roj şîna netewî tê wateya bê ew çiqasî girîngiyê didin mijarê û wê Tirkiye mînakbûna xwe nîşan bide.

Hêjayî gotinê ye, di êrîşa şeva borî ya ser nexweşxaneyeke Xezeyê de, zêdetirî 500 kes hatibûn kuştin û hejmarek zêde kes jî birîndar bûbûn. Îsraîl dibêje, Moşekên koma Cîhada Îslamî bûne sedema êrîşa ser nexweşxaneyê û ew kom jî vê yekê red dike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin