Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 255 kesên din ji koronayê mirin

Dîroka weşanê :
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 255 kesên din ji koronayê mirin

PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiya Tirkiyê tabloya rewşa dawî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî tabloya 29ê Tebaxê di nav 24 saetên borî de, li Tirkiyê û bajarên Bakurê Kurdistanê 255 kesan ji ber vîrusa koronayê jiyana xwe ji dest daye û 17 hezar û 332 pêketiyên nû hatine tomarkirin.  

Wezareta Tenduristiya Tirkiyê di tabloyê de diyar kir, 286 hezar û 425 test hatine kirin û 255 kesan jiyana xwe ji dest dane û 17 hezar û 332 pêketiyên nû jî hatine tomarkirin.

Herwiha hat eşkerekirin ku 11 hezar û 396 nexweşên koronayê jî baş bûne. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin