PeyamaKurd – Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê tabloya rewşa vîrusa korona ya 24 saetên borî eşkere kir.
Li gorî tabloya 20ê Hezîranê di nav 24 saetên borî de 63 kesên din ji koronayê can dane û 5 hezar û 91 kes jî pê ketine.
Bi van hejmarên dawî re li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hejmara pêketiyên giştî gihîşt 5 milyon û 370 hezar û 299 kesan, ya mirinan bû 49 hezar û 185 kes û heta niha 5 milyon û 232 hezar û 638 kesan.

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin