PeyamaKurd – Li welatê Malaviyê bobelata an ku firtûna bi navê Chido, bû sedema mirina 7 kesan. Di bobelatê de 16 kes birîndar bûn, di 7 hezar xaniyan de xesar çêbû. Firtûne bandora neyînî li ser 35 hezar malbatan kir.
Beşa rêvebiriya karên bobelatan ya Malaviyê (DODMA) ragihand ku bobelata Chidoyê ji 15ê mehê heya niha bandorê li welatê Malaviyê dike.
Firtûna Chidoyê li Okyanûsa Hindê li Malaviyê, li Mayotte, Mozambik û Zîmbabve xwe nîşan dide.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin