PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji çapemeniya Azerbaycanê hatin ragihandin, li Azerbeycanê di operasyona dijî şebekeya sîxuriyê ya Îranê de 39 kes hatin binçavkirin.
Li gorî agahiya ku ji çavkaniyên Wezareta Karên Navxweyî ya Azerbaycanê hatin belavkirin, di operasyona duh li Bakuyê û herêman li dijî hin sazî û kargehên bi hinceta ku di bin navê olê de xebatên cudaxwaziyê dikin de 39 kes hatin binçavkirin.
Hat îdiakirin ku kesên mijara gotinê dixwazin li Azerbaycanê şerekî mezhebî bidin destpêkirin, wezîfeyên ku îstixbarata Îranê dabûn bi cih hanîn û agahî dan.
Li gorî îdiayan, kesên navborî li ser torên civakî ji bo Îranê propaganda dikin, dixwazin li Azerbaycanê şerekî mezhebî bidin destpêkirin, erkên ku îstîxbarata Îranê dabûn bi cih tînin û agahiyan radigihînin.
Di nav rêxistinên ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ya Azerbaycanê ve tên birêvebirin, ajansa nûçeyan a “Salam News” ku bi weşanên xwe yên alîgirê Îranê tê naskirin û qenala televîzyonî ya “Interaz”ê jî hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin