Li Yemenê xebatkarekî ‘Bernama Xidayê ya Dinyayê’ kustin

Li Yemenê xebatkarekî ‘Bernama Xidayê ya Dinyayê’ kustin

PeyamaKurd – Li Yemenê li bajarê Taîzê xebatkarekî ‘Bernama Xidayê ya Dinyayê’ (WFP) yê bi navê Mueyed Hamîdî di êrîşa çekdarî de kuştin. Kesê kujer bi xwe li motorsîkletê siwar bûye û bi sîlihê li koma mirovan ku Hamîjî di nav wan de bûye, xistiye. Mueyed Hamîdî bi xwe xelkê Urdunêye.

Hamîdî birîndar birine nexweşxanê lê can daye. Hem Hamîdî ji bo desteka bernama Neteweyên Yekgirtî li Yemenê bûye. Bi temamî 6 gule li bedena Hamîdî ketine.

Hêzên ewlehiyê ragihandine ku tesbîta nasnama kujer kirine û ji bo girtina wî dest bi xebatê kirine.

Serokê konseya serokkomariya Yemenê Rashad al-Alemi ragihand ku ew dest bi lêpirsîna kuştinê kirine,wê kujer her desteser bikin û ji bo parastina jiyana kesên ku ji bo destekê çûne Yemenê û yên di herêmên di destê wan de ne, soz dide ku tedbîra ewlehiya wan dê bibe.

Tê gotin ku kesê êrîşker yek ji destekvanê fermandarê artêşa Selefiyaye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin