Li Yûnanistanê mirina keça Kurd Jîna Emînî protesto kirin

Li Yûnanistanê mirina keça Kurd Jîna Emînî protesto kirin

PeyamaKurd – Grûbekî li Yûnanistanê li payîtext Atinayê li meydana Sintagma ku li ber parlementoye, hatin cem hev û kuştina keça Kurd ya rojhilatê Kurdistanê Jîna Emînî protesto kirin. Di nav grûbê de kesên Îranî ku li Yûnan dijîn jî hebûn. Grûb sloganên ku Îranê protesto kirin qêriyan û kuştina Emînî şermezar kirin.

Hinek jin ji bo protestoyê pora xwe jêkirin û bertekê nîşanî rêvebiriya Tehranê dan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin