PeyamaKurd – Berdevkê Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Sûriye û Iraqê Wayne Marotto derbarê operasyonên dijî DAIŞê yên hefteya dawî de daxuyanî da.
Marotto li ser hesabê twitterê yê medya civakî desteserkirina 41 terorîstên DAIŞê di operasyonên hefteyekê de ragihand.
Berdevkê Hevpeymanîyê bi Kurdî, Îngilîzî û Erebî ev peyam da: “Vê heftê hevkarên me yên Iraqî û Sûrî di têkbirina DAIŞê de 32 operasyon pêk anîn û civaka herêmê ji 41 terorîstên DAIŞê rizgar kirin. Destê @CJTFOIR dê li her deverê li ser hustiyê DAIŞê be û cih li terorîstan teng bike.”
Vê heftê hevkarên me yên Iraqî û Sûrî di têkbirina DAIŞê de 32 operasyon pêk
— OIR Spokesman Col. Wayne Marotto (@OIRSpox) October 16, 2020
anîn û civaka herêmê ji 41 terorîstên DAIŞê rizgar kirin. Destê @CJTFOIR dê
li her deverê li ser hustiyê DAIŞê be û cîh li terorîstan teng bike.#FactFriday @iraqict @IraqiSpoxMOD
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin