PeyamaKurd - Hate ragihandin ku Lubnan xwe amade dike ku ji ber rojên Sêşem û Çarşemê bi rêya teqandina rager û laserkan, li dijî Lubnanê hêrişan pêk anî, li Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) giliyê Îsraîlê bike.
Weke tê zanîn Îsraîlê, bi şêwazeke cuda û nû, li dijî endamên Hizbullaha Lubnanê, bi rêya teqandina rager û laserkan hêrişeke piralî pêk anîbû û di encamê de sivîlan jî canê xwe ji dest dabûn û birîndar bûbûn.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Wezareta Derve ya Lubnanê, Wezîrê Derve yê vî welatî Abdallah Buhabîb ferman daye ku bi ser Nûnertiya Mayînde ya NY ya Lubnanê, li KENYyê giliyê Îsraîlê bê kirin."
Di 17ê Îlonê de, bi rêya rager û laserkên ku endamên Hizbullaha Lubnanê bikar dihanîn, bi dehan teqîn pêk hatin Di teqînan de 2 jê zarok bi dehan kesan can dan û bi hezaran kes jî birîndar bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin