PeyamaKurd – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di hevdîtina xwe ya ligel Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken de ragihand, pêwîst e li Lubnanê guhertineke leşkerî û siyasî were kirin, da ku Îsraîliyên aware karibin bi aramî vegerin malên xwe yên li bakurê Îsraîlê.
Di daxuyaniya Ofîsa Netanyahu de hat diyarkirin ku doh 2 saet û nîvan bi Blinken re hevdîtin pêk anîne û hevdîtin bi dostanî û berhemdar derbas bûye.
Netanyahu diyar kir ku Îsraîl ji bo vegerandina girtiyên ku hîna li Şerîda Xezzeyê girtî ne dixebitin û got ku tasfiyekirina Serokê Buroya Siyasî ya Hamasê Yehya Sinwar dikare bandoreke erênî li ser vegera girtiyan, pêkanîna hemû armancên şer û roja piştî şer.
Netanyahu ku doh li Qudsê bi Antony Blînken Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re li ser rêvebirina Şerîda Gazzeyê ya piştî cengê hevdîtinek pêk anîbû, hêviya xwe anî ziman ku kuştina rêberê Hamasê bibe sedema azadkirina girtiyan. Herdu aliyan li ser rêveberiya Şerîda Xezzeyê jî piştî bidawîbûna şer gotûbêj kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin