PeyamaKurd- Lûtkeya G20ê ya rayedarên welatên cîhanê, îsal bi civîna xwe ya 17an, li Endonezyayê dest pê kir. Serokê Dewleta Endonezyayê Joko Widodo, rêber pêşwazî kirin û bi pêşwaziyê re destpêkirina lûtkeyê ragihand.
Lûtkeya G20 ya ku îsal bi dirûşima “Bi hev re berhevbûn, hîn bi hêztir berhevbûn” bi serokatiya Endonezyayê, li Nîvgirava Nusa Dua ya li başûrê Baliyê ye, dest pê kir û civîna ku îro dest pê kir, dê sibê bi dawî bibe.
Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin, tevlî lutkeyê nebûye û di cihê wî de Wezîrê Karên Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov dê serokatiya koma Rusyayê bike.
Li ser rojeva lûtkeya rêberan jî hat ragihandin ku dê mijarên şerê navbera Rusya û Ukraynayê, enflasyon, enerjî û qeyranên avhewayê, avadaniya tenduristiya gerdunî, enerjiya domdar û veguherîna dijîtalê, wekî rojevên fermî werin nirxandin.
Welatên ku lûtkeyê pêk tînin, Almanya, Amerîka, Arjantin, Awustralya, Brezilya, Çîn, Endonezya, Fransa, Afrîkaya Başûr, Koreya Başûr, Hindîstan, Brîtanya, Îtalya, Japonya, Kanada, Meksika, Rusya, Erebîstana Siudi û Tirkiye ne her wiha rêveberên Yekîtiya Ewropayê (YE) jî tevlî lûtkeyê dibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin