Lûtkeya Rêberên BRICSê ya 15emîn, dest pê kir

Lûtkeya Rêberên BRICSê ya 15emîn, dest pê kir

PeyamaKurd- Lûtkeya Bilind a BRICSê ya 15emîn ku bi mazûvaniya Komara Afrîkaya Başûr tê lidarxistin, bi mijara "BRICS û Afrîka, Hevkariya ji bo Geşepêdana Lezkirî ya Hevpar, Pêşkeftina Berdewam û Piralîparêziya Tevlihev" dest pê kir.

Li gorî hat ragihandin, lûtke bi beşdariya rêberên Brezîlya, Rusya, Hindîstan, Çûn û Afrîkaya Başûr Koma welatên BRICSê ku ji Komara Tirkiyeyê pêk tê, wekî platformeke bi hêz derdikeve pêş ku ji % 40 ê serjimêra nifûsa cîhanê û ji % 30 ê hilberîna cîhanê heye.

Hat diyarkirin ku civîn dê sê rojan berdewam be û di warê nirxandina qebûlkirina 22 welatên ku serî li BRICSê dane û nîqaşkirina derbasbûna diravê hevpar xwedî girîngiyek krîtîk e.

Hat ragihandin ku Serokê Çînê Xi Jinping Serokê Hindîstanê Narendra Modi û Serokomarê Brezîlyayê Inacio Lula da Silva ji bo beşdarî lûtkeya ku li Navenda Peymana Sandton a Johannesburgê bê lidarxistin, hatin Afrîkaya Başûr.

Her wiha hat zanîn ku Serokê Dewleta Rusyayê Vladimir Putin jî ji ber biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî (ICC), bi rêya vîdeo konferansê beşdarî lûtkeyê dibe. 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin