PeyamaKurd – Rêxistinên medyayê yên bi ser rejîma Beşer Esed ragihandin ku 25 girtiyên ji mesela Banliya ya Dûma ya Gûta Rojhilat bi efûkî taybet û bi sedema pêvajoya lihevkirina netewî qedandine, di wê çarçoveyê de serbest hatine berdan.
Li aliyê dinê Dadgeha Têkoşîna bi Terorê re ya Şamê hinek kesên di Zîndana Leşkerî ya Sednayê de girtîne û hinek kesên ku wan sirgûnê bakûrê Sûriyê kirine, dest danîne ser malên wan yên li navçeya Yalda yê û biryara wan tesdîq kirine.
Rêvebirên rejîmê mersimekî bo serbestberdana wan 25 kesan çêkir û bo merasima kesên li Dûmayê serbest hatin berdan, parêzgerê Şamê yê gundan, Rêvebirê Weqfê, endamên meclisa gel, sekreterê gundên Şamê yê partiya Baasê û di asta bilind de hinek kes tevlî merasimê bûn. Parêzgerê gundên Şamê yê herêmê Mutaz Ebu en-Nasr di merasimê de weha gotiye:
“Bi sedema krîza ku Sûriye di nav de ye, krîzeka ramaniye, bo amadekirina nesla nû wezîfeyên zêde dikeve ser milên dê, bav, mamoste û alimên olî.”
Rojnama Şarqu’l Awset ê nûçeya xwe biriye ser binkeya ajansa nûçeyan ya Sûriyê SANA yê û gotiye kesên serbest hatine berdan ew kesin ‘destê wan bi xwûna Sûriyeyiyan bûye û hatine xapandin’ û ‘di çarçoveya pêvajoya lihevkirina netewî de serbest hatine berdan’.
Mala Çavdêriyê ya Mafên Mirovan ya Sûriyê SOHR roja yekşemê raporekî belav kir û merasima berdana 25 kesên Dûmayê weka ‘tişteka beredayî ya nû’ bi navkir. Serbestberdanê, weka senaryoya hilbijartina serokomar Esed binav kir û got ku kiryarekî pêkeniyê ye.
SOHR ê got ku piştî Beşer Esed hilbijartinê qezenc kiriye û diye li Dûmayê bo wî deng derketine, di mizgeftan de ragihandine dê hinek girtî serbest bên berdan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin