PeyamaKurd - Serokê Yekîtiya Netewa Demokrat a Kurdistanê Xefûr Mexmûrî pirtûkek li ser Serok Barzanî wek “Sembola Pêşmergayetî û Berxwedana Neteweyî” nivîsiye û di pêşgotina pirtûkê de dibêje: “Ev pirtûka li ber destê we, ji çend gotaran pêk tê û derbarê xema netewî û niştimanî, rewangeh, rol û pêgeha Birêz Mesûd Barzanî de ye, wek serkirdayekî tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurdistanê û min hewl da li ser kesayetiya karizmî ya Barzanî wek sembola Pêşmerge û sembola berxwedana netewî biaxivim.
Pirtûka Xefûr Mexmûrî ji 136 rûpel e û bi zimanê Erebî û Kurdî çapa yekem li ber destê xwendevanan e.
Nivîskarê pirtûkê dibêje: “Serok Mesûd Barzanî hemû temenê xwe weqfa Kurdistanê kiriye û berdewam li sengerên berevaniya netewî û parastina tevahiya pêkhateyên gelê Kurdistanê kiriye. Ji şoreşa Îlon û Gulanê û ta raperîna Buhara 1991an ya gelê Kurdistanê û di şerê parasrina Kurdistanê li hember êrîşên teroristên DAIŞê de, di yek demê de rola rêber û Pêşmerge girtiye ber.”
Herwiha Mexmûrî nivîsiye: “Helwesta netewî û niştimanî û bêgûman hewlên Serok Barzanî yên gihandina gelê Kurdistanê bi kenara aram û ewle berdewam e û bi hevkariya piraniya partî û aliyên Kurdistanî biryar da di 25ê.9.2017an de referandûma serxwebûna Kurdistanê encam bide û di encamê de bi rêjeya ji sedî 92.3 ji dengan ji bo serxwebûna Kurdistanê bûn.”
Xefûr Mexmûrî wiha dewam kir: “Min ev pirtûk ji rewangeha netewî ve nivîsiye û dûrî hemû karîgeriyên partîtî û evê min li vir bibîr aniye rastiyên dîrokî ne û bîreweriyek in ji bo ewên li vir û li wir lê stemê dikin û rûyê rastî ya Serok Mesûd Barzanî serkirdeyê tevgera rizgarîxwaz a niştimanî ya Kurdistanê diyar nakin û dixwazin rastiyan bişêwînin, lê ew dengên neşaz wek herdem jî bê bandor dimînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin