Ji minareya Mizgefta Selahedîn Eyyubî hejmara tûsbûyan hat ragihandin

Ji minareya Mizgefta Selahedîn Eyyubî hejmara tûsbûyan hat ragihandin

PeyamaKurd -  Li navçeya Farqînê ya Diyarbekir a Bakurê Kurdistanê, ji hoparlorên Mizgefta dîrokî Selahedîn Eyyubî hejmara tûşbûyên vîrusa korona hat ragihandin.

Ji minareya mizgefta Selahedîn Eyyubî bi deng hat ragihandin ku hejmara tûşbûyên Covid-19 li Farqînê 10 kes in.

Hejmara tûşbûyên vîrusa koronayê li bakurê Kurdistanê di van rojên dawî de her diçe zêde dibe û ji xelkê tê xwestin ji bo xwe ji wê nexweşînê biparêzin ji malên xwe dernekevin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin