Trump: Wê biryara serokê nû yê Amerîkayê Dadgeha Qanûna Bingehîn bide

Trump: Wê biryara serokê nû yê Amerîkayê Dadgeha Qanûna Bingehîn bide

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Donald Trump, beriya hilbijartinên seroktiyê yên 3yê Mijdara 2020an li Koşka Spî ragihand ku wê biryara serokê nî yê Amerîkayê Dadgeha Qanûna Bingehîn dîyar bike.

Trump li Koşka Spî li ser qonaxa erkdarkirina endama nû ya Qanûna Bingehîn, ku piştî mirina Ruth Bader Ginsburg destpê kiriye axivî û li ser pirsa çareserkirina gumanên li ser encamên hilbijartinê got, “Li gor min hilbijartin dê li Dadgeha Qanûna Bingehîn biqedin. Ji ber wê girîng e ku li dadgehê 9 dadger hebin.”

 Trump da zanîn ku Serokê Komîsyona Dadê ya Civata Senatoran ne mecbûr e rûniştinê li dar bixe û dîyar kir ku pevajoya erkdarkirina dadgera nû dê bi lezgînî bidome.

Hêjayî gotinê ye, Trump di kampanya hilbijartinê de her tim reqîbê xwe Joe Bidenê Partiya Demokrat bi îhtimala sextekariya hilbijartinê tohmetbar dike.

Di dîroka Amerîka de heta niha bi tenê hilbijartinên sala 2000î çûne pêş Dadgeha Qanûna Bingehîn û dadgehê li ser encama hilbijartinên di navbera George W. Bush yê Komarî û Al Gore yê Demokrat biryar dabû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin