Li bajarê Wanê bo 10 rojan qedexe hat danîn

Li bajarê Wanê bo 10 rojan qedexe hat danîn

PeyamaKurd- Li bajarê Wanê bo 10 rojan qedexeya meşê, civîn, kombûn, civîna çapemeniyê, tevgera rûniştinê, vekirina stendan û bo tevgerên weka wan hat danîn. Ragihandin ji aliyê parêzgeha Wan ê de hat kirin.

Peyama parêzgeha Wanê gelek dirêje û ji salên 1850 ya dest bi şiroveya pîrozkirina 1 ê gulanê dike û heya roja me tîne. Behsa kuştina mîtînga sala 1977an dike ku tê de li taxa Taksima Îstenbolê 37 kes hatin kuştin. Di 1 ê gulanê de di her pîrozbahiyê de balê dikşîne ser kiryarên provakatîv û sedema qedexeya çalakiyên li jorê nîşan dide. Hetta tirsa îhtîmala tevgereka ji aliyê DEAŞ ê de dike ku dikare di nav xelkê de provakasyon çêbike.

Qedexe ji roja 29/04/2019 da destpêdike û heya 08.05.2019an jî di nav de dê qedexe dewam bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin