PeyamaKurd - Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand ku, dawiya vê mehê Serokê Herêma Kurdistanê tê hilbijartin û di meha nîsanê da ji bo pêkanîna hikûmetê serokê nû dê erkê bide serokwezîrî.
Ji bo ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bixebite divê Yasaya Serokatîya Herêma Kurdistanê were nûkirin û aktîvkirin. Ji ber vê yekê jî divê Serokê nû yê Herêma Kurdistanê were hilbijartin.
Tê dîyarkirin ku heftêya bê ji bo aktîvkirina parlementoyê xebat têne kirin û di dawîya van xebatan da jî dê Parlementoya Kurdistanê were vekirin û dest bi xebatên pêkanîna hikûmetê bike.
Hêjayî gotinê ye ku PDK ya di hilbijartinan da bûye partîya yekem ji bo Serokatîya Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û ji bo Serokwezîrtîyê jî Mesrûr Barzanî namzed nîşan dabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin