Mismarî: Agirbesta Serac xapandineke stratejîk e

Mismarî: Agirbesta Serac xapandineke stratejîk e

PeyamaKurd – Berdevkê Artêşa Niştîmanî ya Libyayê ya girêdayê General Xelîfe Hefter, Ahmed el Mismarî li ser ragihandina agirbestê ji aliyê hikûmeta Wîfaq a serokwezîrtiya wê Fayez es Serac dike daxuyanî da û got, daxuyaniya agirbestê ya roja înê xapandineke stratratejîk e.

Mismarî di civîna rojnamevanî de, ragihandina agirbestê ji aliyê Serac ve wekî ‘kilkirina çavan’ nirxand  û îdia kir ku hêzên hikûmetê civîn pêk anîne û biryara êrîşkirina ser bajarên stratejîk Sirte û Cufrayê dane.

Mismarî herwiha diyar kir ku di nav 24 demjimêrên dawî de keştiyên şer ên Tirkiyê û firkateynên wan hatine dîtin ku ber bi Sirteyê ve tên.

Berdevkê artêşa Libyayê da zanîn ku hêzên Wîfaqê di amadebaşiya şer de ne û ew jî ji bo bersiva êrîşan amade ne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin