PeyamaKurd – Rêxistina OPEC ê ya welatên ku petrolê îxrac dikin, bi sedema ku di nav xwe de lihev nekirin, civîna xwe ya wezîran betal kirin. Sedema lihev nekirin jî ew e ku di miqdarê hilberîna petrolê de ye.
OPEC a ku di bin serpereştiya Erebistana Si’ûdiyê de û ji 13 endaman pêk tê, 10 welatên ku di derveyê OPEC ê de ne û serpereştiya wan Rûsya dike, wê di rêya vîdeokonferansê de lihev biciviyan lê bi sedema lihev nekirin civîna xwe nekirin.
OPEC ê ragihand ku civîna 18 em ya wezîran hatiye betalkirin û roja civîna bê, dê bê ragihandin. Piştî lihev nekirin, bihayê varêla petrola Brentê %1.39 zêde bû û gihaye 77.23 dolaran. Bihayê varêla petrola Teksas a Rojava %1.59 zêde bû û giha 76.37 dolaran.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin