Seroka Parlamenê: Pesendkirina projeyasaya çaksaziyê ne karekî hêsan bû

Seroka Parlamenê: Pesendkirina projeyasaya çaksaziyê ne karekî hêsan bû

PeyamaKurd – Seroka Parlamena Herêma Kurdistanê Rêwaz Fayîq, piştî pesindkirina pirojeyasaya çaksazîyê got, me wek perleman projeyasaya çaksazîyê pesend kir ku me erka xwe bicih anî û ne karekî hêsan bû.

Rêwaz Fayeq di civîna rojnamevanî ya piştî pesendkirina projeyasayê wiha got:

“Piştî ku projeyasaya çaksazîyê hate pesendkirin, niha darijtin j bo wê tê kirin, daku bi awayê madeyan were rêkxistin. Dema ku temam bû em dê bişînîn ji serokê Herêma Kurdistanê.”

Fayîq diyar kir, “Wek Parleman me erkê xwe bicih kir û projeyasaya çaksazîyê hat pesendkirin, ku erekeke ne sanahî bû. Piştre re erkeke din dikeve ser stûyê me, ew jî çavdêrîkirina cîbicîkirina wê projeyê ye, lewra gelek soz bi xelkê re hatiye dayîn.”

Projeyasaya reforman ku ji aliyê encûmena wezîran a hikûmeta Kurdistanê ve hatibû amadekirin û pêşkeşkirin, îro 16ê Çileya 2020an bi piraniya dengan li Parlamentoya Kurdistanê hat pesendkirin ku dê biçe ber destê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî daku bipejirîne û bikeve meriyetê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin