PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas îro Sêşemê bi serdaneke fermî gihîşt Hewlêr a Paytexta Herêma Kurdistanê û bi protokoleke fermî hat pêşwazîkirin.
Tê çaverêkirin Maas îşev li Hewlêrê bimîne û sibe dest bi hevdîtin û danûstandinên xwe bike.
Çav li rê ye Heiko Maas bi berpirsên pilebilind ên Herêma Kurdistanê re bicive û li ser çend babetên bi Almanya, Herêma Kurdistanê û Iraqê re eleqedar hevdîtinan bike.
Wezîrê Derve yê Almanya Heiko Maas sibe Çarşemê dê ligel nûnerên pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê bicive û serdana kampeke koçberan jî bike.
Hêjayî gotinê ye, Wezîrê Derve yê Hollanda Stef Blok jî doh serdana Kurdistanê kiribû û bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiyabû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin