Metranê Mûsilê Mîsel li Fransayê li ser halê Mûsilê axifî

Metranê Mûsilê Mîsel li Fransayê li ser halê Mûsilê axifî

PeyamaKurd- Mertranê Mûsilê Necîb Mîşel Mûsa bo Euronewsê axifî û got di dewra Saddam Huseyîn de li Mûsilê 1,5 mîlyon xiristiyan hebûn lê niha jimara wan daketiye 300 hezarî.

Li Mûsilê xelkê xirîstiyan li ser zilma DEAŞ ê ji bajêr reviyan û yên ku man niha dixebitin da bi xwe ve werin. Piştî têkçûna DEAŞê xirîstiyanên ku ji Mûsilê reviyabûn niha car din dadigerin deşta Mûsilê bicîh dibin. Lê niha nikarin dagerin malên xwe yên Mûsilê ji ber ku xaniyên wan xerabe ne.

Metranê Mûsil û Akrê li Fransayê li bajarê Lyonê seredana xelkê xwe kir û halê niha yê Mûsilê û xirîstiyanên Iraqê bo Euronewsê ragihand.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin