Bi hatina Biden re rakêsîya navbera Çîn û Amerîkayê zêde bû

Bi hatina Biden re rakêsîya navbera Çîn û Amerîkayê zêde bû

PeyamaKurd –Di rojên destpêka destbikarbûna serokê Amerîkayê Joe Biden de, rakêşana navbera Çîn û Amerîkayê li Deryaya Çînê zêde bû.

Amerîkayê keştiyeke balafirên şer bi destpêkirina rêveberiya Biden re, şand Deryaya Çînê ku Çînê bertek nîşan da.

Berdevkê Wezareta Derve ya Çînê Zhao Lijian, şandina keştiya balafirên şer a Amerîkî USS Theodore Roosevelt bo Derya Çînê, wekî “Pêşandana hêzê ya dijî îstiqrar û aştiyê’ nirxand.

Çînê jî li beramber vê pêngava Amerîkayê balafirên xwe şandin ser welatê Teywanê ku Lijian di vê derbarê de gotiye, Teywan bi fermî beşek ji Çînê ye ku nayê cudakirin.

Herwiha Çîn ji vexwendina nûnerê Teywanê bo merasîma destbikarbûna Joe Biden jî nerazî ye ku di dema Trump de pêwendiyên Amerîkayê bi Teywanê re hatibûn bipêşxistin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin