Li Iraqê beriya hilbijartinên pêswext hevpeymaniyeke nû hat avakirin

Li Iraqê beriya hilbijartinên pêswext hevpeymaniyeke nû hat avakirin

PeyamaKurd – Beriya hilbijartinê pêşwext ên Iraqê ku 10ê Cotmeha îsal têne kirin, Serokê Hevpeymaniya Nesir li Parlamentoya Iraqê Heyder Ebadî û Serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm ragihandin ku wan hevpeymaniyeke nû ava kiriye.

Hat ragihandin ku hevpeymaniya bi navê ‘Hevpeymaniya Hêzên Dewleta Niştimanî’ ji aliyê serokê Tevgera Hîkme Emar Hekîm û serokê Hevpeymaniya Nesir Heyder Ebadî ve wek hevgirtina herdu aliyan hat ava kirin.

Medya Iraqê ragihandiye ku Emar Hekîm serokatiya hevpeymaniyê dike û wê Heyder Ebadî jî serokatiya encûmena rêveberiyê bike.

Hat zanîn, ev hevpeymaniya bo hilbijartinên pêşwext hejmarek hêz û aliyên din ên wek gruba Raperîna Tiştrîn jî li xwe digre.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin