PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro bi Alîkarê Wezîrê Gencîneya (Xezîne) Amerîka bo Karûbarên Nehîştin û Pakirina Terorê Marshall Billingslea re hevdîtinek pêk anî.
Di hevdîtina Konsûlê Giştî yê Amerîka li Hewlêrê Steven Fagin jî amade bû de, Alîkarê Wezîrê Gencîneya Amerîka diyar kir ku Herêma Kurdistanê di geşkirineke berdewam de ye û Amerîka jî amade ye piştgîriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike, bi taybet jî di warê birêxistinkirin û girîngîpêdana sîstema bankî de.
Marshall herwiha di hevdîtinê de, girîngiya berdewambûna hevkarkirin û çaksazîkirina hêzên Pêşmerge anî ziman.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî ronahî xiste ser karnameya Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê aborî de, ku armanc ew e aboriya Herêma Kurdistanê bê firehkirin û tenê pişt bi yek jêderê dahatê girê nede.
Barzanî derbarê proseya guftûgoyên bi Hikûmeta Federalî de jî diyar kir ku guftûgo li ser çend astan berdewam in û bi başî birêve diçin, bi hêviya bigihin rêkeftinekê ku mafê destûrî yên Herêma Kurdistanê parastî bin.
Serokwezîrê Kurdistanê got, divê wek herêmeke federal li gorî destûrê serederî bi Herêma Kurdistanê re bê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin