PeyamaKurd – Ji wezareta bergiriyê ya Amerîkayê kesekî di asta bilind de ku nexwestiye navê wî bê dayîn, ragihandiye ku Amerîka dixwaze bo desteka xwe ya bo Ûkraynayê nîşan bide, difikire ku keştiyên şer bişîne Derya Reş. Şandina keştiyan dibe di hefteyên pêşiya me de çêbibe.
Berpirs behsa roja şandina keştiyan nekiriye lê ragihandiye ku keştiyên Amerîkayê daîma û rûtîn li Derya Reş xebata xwe dikin û dewriye digerin. Li ser babeta Ûkraynayê rêvebir weha ragihandiye:
“Şandina keştiyan peyam dide ku Amerîka rewşa Moskovayê ji nêz de dişopîne.”
Rêvebir gotiye ku ew ne bende ne êrîşekî here ser Ûkraynayê lê tevgerên Rûsyayê li Derya Reş dişopîne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin