PeyamaKurd – Îro 47emîn salvegera bombebarana bajarê Qeladizê ye. Di sala 1974an de weke îro 24ê Nîsanê de, Qeladiz bi moşek û çekên fosfor, ji aliyê rejîma Beis ve hat bombebarankirin.
Pîştî bi dawîbûna rêkeftina 11 adara 1970ê ji aliyê rejîma Beis a Iraqê ve, şoreşa gelê Kurdistanê ku Mela Mistefa Barzanî serokatiya wê dikir, biryara zankoya Silêmaniyê veguhezin bajarê Qeladizê ya li ser sînorê Kurdistana başûr û rojhilat hatibî dayîn.
Roja 24ê Nîsana 1974ê, balefirên şer û artêşa rejîma Beis a Iraqê, bi çekên fosfor û bombeyên napalmê, mamoste, xwandevanên zankoyê, gel û Pêşmerge li Qeladizê bombebarin kirin û di encamê de 163 mamoste, xwandevan, hemwelatî û Pêşmerge şehîd ketin û ji 250 zêdetir kes jî birîndar bûn.
Herwiha, piştî raperîna gelê Kurdistanê di bihara 1991ê de û damezrandina Parlamento û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Parlamentoyê biryar da roja 24ê Nîsanê wek roja şehîdên zankoyê bê pênasekirin û her sal ew şehîdên Qeladizê bên bibîranîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin