Ajansa Rûsî: Fuzeyên S-400an dawiya havînê bi kestiyê tên sandin

Ajansa Rûsî: Fuzeyên S-400an dawiya havînê bi kestiyê tên sandin

PeyamaKurd – Ajansa Nûçeyan a Rûsî TASSê piştî bi du balafirên cuda anîna parçeyên pergalên parastina hewayî S-400an bo Tirkiyê ragihand ku tê çaverêkirin fuzeyên S-400an dawiya havîna îsal bi keştiyê bo Tirkiyê bên radestkirin.

Ajansê herwiha da zanîn ku dê 120 fuzeyên ajober bo S-400an ji Tirkiyê re bên şandin.

Wezareta Parastinê ya Tirkiyê îro bi daxuyaniyekê piştrast kir ku beşek ji parçeyên S-400an bi rêya esmanî gihîştine paytext Enqerê û da zanîn ku dê sewqîyata S-400an berdewam bike û dê piştre jî li gorî biryara rêveberiya Tirkiyê werin bikaranîn.

Jêderên rêveberiya Amerîkayê jî dubare destnîşan dikin ku dê Tirkiye bi kirîna S-400an re bedelekî bide û dema wan li Tirkiyê bicih bike, dê di çarçoveya yasaya CAATSAyê de dorpêç li ser Tirkiyê bên sepandin ku ji ber biryara Kongreya Amerîkî rêveberiya Trump jî nikare ji sepandina wan dorpêçan bireve.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin