PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan barzanî li ser wefata Dr. Necmeddîn Kerîm peyamekî belav kir. Barzanî di peyama xwe de got:
“Wefata Dr. Necmeddîn Kerîm bo xelkê Kurdistanê wendayiyekî mezine. Bo hevjîna wî, zarokên wî, mirovên wî, bo xelkê Kerkûkê û Kurdistanê sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im.
Dr. Necmeddîn Kerîm di temenê xwe yê gêncatiyê de temenê xwe bo şoreşa Kurdistanê bexşand. Doktorekî pispor, di şoreşa êlûn û gulanê de pêşmergeyekî, dema nemir Mele Mistefa nexweş ket li Amerîkayê jê re xizmetê kir. Li Amerîkayê weka doktorekî xebatên dîplomasiyê û siyasî meşand.
Dr. Necmeddîn Kerîm bo Kerkûkê xizmetên bêsînor û qehremaniyê kir. Herî dawiyê wexta parêzgerê kerkûkê bû, gelek xizmetan kir. Bi sîstemekî neqanûnî ji wezîfê hat dûrxistin. Piştî dûrxistina ji wezîfê, gelek tiştên ne rewa û xerab hatin kirin.
Dr. Necmeddîn Kerîm weka Kurdekî welatperwer bi hemû terefên siyasî re û xelkê re pêwendiyên wî yên xurt hebûn. Bi taybetî di wexta serok Mesûd Barzanî û rehmetî Mam Celal de, li cem wan ciyê xwe girt. Têkoşîna Dr. Necmeddîn Kerîm û samîmiyeta wî ya bi dozê re, wê di bîra xelkê Kurdistanê û dostên wî de bijî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin