Emerîka: Em bi alîkariya HSD derbasî Reqayê bûn
Berdevka Wezareta derve ya Emerîkayê ragehand ku, hêzên hevpeyman bêyî Hêzên Sûriya Demokratîk nedikarîbûn biçûna Reqayê.
Di kongireyeke rojnamevanî de, berdevka wezareta derve ya Emerîkayê Heather Nauert ragehand ku, hêzên hevpeymanê bêyî Hêzên Sûriya Demokratîk nedikarîbûn biçûna Reqayê.
Heather Nauert da zanîn ku, hêzên Hevpeymanê di şerê li hember DIŞÎê, nedikarîbû bêyî HSDê biçûya Reqayê. Nauert di axaftina xwe de destnîşan kir ku "ji hêzên HSDê beşek ji eniya şer yê li hember DIŞÎê vekişiyan çûn Efrînê. Vê yekê bandor li ser şerê DIŞÎê belav kir û vê yekê jî nîgeranî li cem Emerîkayê çêkiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin