Li Colemêrgê cureyeke nû ya tevnpîran hat dîtin

Li Colemêrgê cureyeke nû ya tevnpîran hat dîtin

PeyamaKurd - Li Colemêrga bakurê Kurdistanê cureyeke nû ya tevnpîran hat dîtin. Lêkoleran navê vê tevnpîra nû daniye Hakkaricus.

Lêkolerên Navenda Lêkolînên Cûreyên Biyolojîk û Sepanan a Zanîngeha Colemêrgê cureyeke nû ya tevnpîran keşif kirin. Navê tevnpîra nû ji ber li Hekkariyê (Colemêrg) ye, kirine Hakkaricus.

‘Lêkolîn di kovara bi hakem a ‘Zootaxa’yê de hat weşandin’

Tevnpîra ku ji malbata ‘Solifugae’ ye û di nava gelê herêmê de wekî ‘Zereqîz û ‘Emerê Zer’ tê naskirin, bi navê "Gylippus (Paragylippus) Hakkaricus bo lîteraturê hat tomarkirin û gotara li ser tevnpîrkê di kovara zanistî ya bi hakem a navnetewî ya bi navê ‘Zootaxa’yê de hat weşandin.

Lêkolînera Zanîngeha Colemergê Dr. Melek Erdek diyar kir ku di nava gel de wekî cureye jehrîdar tê zanîn lê derzî û jehra Hakkaricusê tune ye. Erdek dibêje ji ber ku tevnpîrk li herêma Hekkarî (Colemêrg) de hatiye dîtin, navê wê kirine Hakkaricus.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin