Li Kampa Holê 70 malbatên din ên DAISê hatin berdan

Li Kampa Holê 70 malbatên din ên DAISê hatin berdan

PeyamaKurd – Rêveberiya Kampa Holê li Rojavayê Kurdistanê, 70 malbatên din ên Sûrî yên DAIŞê, hatin berdan.

Rêveberiya kampê diyar kir, 70 malbatên Sûrî yên DAIŞê, ji 261 kesî pêk dihat, ji kampê hatin derxistin. Tevahiya wan malbatan, welatiyên devera Dêrazorê ne.

Berdana wan malbatan di çarçoveya lihevkirina Meclîsa Sûriya Demokratîk û rûsipîyên eşîran de pêk hat. Bi berdana wan malbatan re, ev çardemîn koma girtiyên DAIŞê ye ku ji aliyê rêveberiya Rojavayê Kurdistanê ve tên berdan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, heta niha 808 malbat ku ji 3189 kesan pêk dihat ji kampê hatine derxistin û azadkirin.

Herwiha li gorî bîlançoya rêveberiya kampê, 16,404 malbatên DAIŞê di kampê de mane, ku hejmara wan 60,351 kes in.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin