PeyamaKurd - Rêveberiya Tenduristiya parêzgeha Silêmanî ya Herêma Kurdistanê derbarê zêdebûna metirsiya belavbûna koronayê de hişyarî da.
Cîgirê Berpirsê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Hêriş Selîm da xuyakirin, di nav çend rojên borî de gelek kes li Silêmaniyê bi vîrusa koronayê ketine û ev jî nîşan dide ku metirsî zêde bûye û welatî jî xemsariyê dikin di bicihanîna şîretên tenduristiyê de.
Dr. Hêriş Selîm bal kişand ser ku heger welatî xemsar bin û xwe neparêzin emê nikaribin rewşê kontrol bikin ji ber wê jî dê felaket biqewime.
Berpirsê Tenduristiya Silêmaniyê got ku Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) zengila metirsiyê ji bo Iraqê lêdaye û diyar kir, “Ew zengil ji bo me jî hatiye lêdan ji ber wê jî divê em gelekî hişyar bin û şîretên tenduristiyê bicih bînin. Eger wisa nebe emê şepirze bibin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin