PeyamaKurd - Fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ragihand, di şerê duhî yê Şingalê de de 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Duhî çekdarên DAIŞê êrişî gundê Xane Şehwaniye, ku tenê 4 km dûrî bajarê Şingalê ye, kirin lê rastî berxwedaneka tund ya hêzên Pêşmerge û xobexşên êzîdî hatin.
Li se wî şerî, fermandeyê Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo ji malpera fermî ya PDKê re gotiye, terorîstên DAIŞê dixwastin wî gundî bigirin lê êrişa wan hat şikandin û herî kêm 8 çekdarên DAIŞê hatin kuştin.
Qasim Şeşo her wiha gotiye, şaneyên veşartî yên DAIŞê li başûrê Şingalê û li nêzîkî sînorê Sûriyê hene lê ew nahêle carekî din Şingal bikeve destê DAIŞê.
Wî fermandeyê Pêşmerge daye zanîn, ewê tevahiya terorîstên DAIŞê li wê deverê paqij bikin.Li gorî agahiyan, di şerê duhî de du xobexşên êzîdî jî canê xwe ji dest dan. Ewên ku êriş jî kiribûn, erebên Şingalê bûn!
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin