PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, banga reformên li ser bihêzkirina berevaniyê li Yekîtiya Ewropayê kir û got, “Xetera mirina Ewropayê heye. Em ne xwedî wê hêza berevaniyê ne.”
Macron ji YEyê xwest ku ji bo gihandina personelên pilebilind ên leşkerî reformên damezrandina akademiyê pêk bîne û bangewazî kir, Ewropa bibe xwedî berevaniyeke bihêztir û hevgirtîtir.
Macron hişyarî da ku dibe Yekîtiya Ewropa (YE) ya 27 endamên wê hene, lawaz bibe û hilweşe û got, ji ba ev pêk neyê pêwîste pîşesaziya leşkerî ji bo berevaniyeke xurt bê pêşxistin ku niha ya Ewropayê têrê nake.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin