PeyamaKurd – Piştî krîza butçeyê ku Serokwezîr Michel Barnier, nekarî ji parlamentoyê baweriyê bistîne û îstifa xwe bide, posta serokwezîriyê vala mabû û hikûmet ketibû.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, îro 13ê Kanûnê, Serokê Partiya Tevgera Demokrat a rastgir François Bayrou ku di nav tifaqa hilbijartinan de ye, weke serokwezîrê demkî yê Fransayê peywirdar kir.
Bayrou yê 73 salî dibe çaremîn serokwezîrê Fransayê di sala 2024an de, ji ber krîza siyasî tê erkdarkirin.
Dê serokwezîrê nû di çend rojên bê de kabîneya xwe ragihîne û ji bo derbaskirina budçeya 2025an dest bi xebatên xwe bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin