Macron: Dibe ku li Ûkraynayê operasyona bejayî pêwîst bibe

Macron: Dibe ku li Ûkraynayê operasyona bejayî pêwîst bibe

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron got, "Heke ew nexwazin jî dibe ku di siberojê de operasyoneke bejayî li dijî hêzên Rûsyayê yên li Ûkraynayê pêwîst be."

Serokomarê Fransayê Macron piştî serdana xwe ya Berlînê ku bi Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk û Serokwezîrê Almanyayê Olaf Scholz re di çarçoveya formata "Sêgoşeya Weîmarê" de hevdîtin kir, daxuyanî da.

Macron bi Scholz re li ser nûçeyên rageşiya di navbera wan a di derbarê Ûkraynayê de axivî û got ku di navbera wan de ti nakokî tune ne.

“Ji bo pêşîlêgirtina nîqaşan bi lez çûm Almanyayê”

Macron diyar kir ku ji bo pêşî li destpêkirina nîqaşên li ser cudahiyên stratejîk bigire, ew bi lez çûye Almanyayê û destnîşan kir ku di derbarê Ûkraynayê de "nêrîneke wan a hevpar a xurt" heye.

Macron anî ziman ku Almanya û Fransa di derbarê Ûkraynayê de dikarin ji "hêza hev temamker" sûd werbigirin.

Macron piştî gotinên xwe yên "Yek ji egeran jî şandina leşker a ji bo Ûkraynayê ye” ku hefteyên borî, di nav welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) de bû sedema nîqaşan got:

"Ez vê niyaz nakim û di vê mijarê de ez ê înîsiyatîfê hilnegirim, lê belê belkî di rewşeke aloz de, li dijî hêzên Rûs operasyoneke bejayî pêwîst bibe. Hêza Fransayê ew e ku ji bo vê yekê şiyan e.

Macron angaş ku gelek welatên Ewropayê, di diyarkirina rêbaza tekoşîna li dijî Rûsyayê de bi wan re di heman ramanê de ne û got: “Operasyona leşkerî jî di nav de, em ji bo hemû senaryoyan amade ne.”

“Rûsya gotegotên tirsê belav dike”

Macron diyar kir ku Rûsya gotegotên tirsê belav dike û divê em xwe nedin ber vê û got: "Divê em xwe netirsînin. Li hemberî me hêzeke mezin tune ye. Rûsya hêzeke xwedî çekên nukleerî ya navincî ye.”

Macron di daxiya axaftina xwe de wiha got: “Ez bi mebesta di derbare Ûkraynayê de wan razî bikim ku Almanya û Polonya jî têr hewl bidin çûme Berlînê û ji ber vê yekê min serdana xwe ya Ûkraynayê taloq kir."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin