Macron: Eger reform pêk bên em dikarin dewleta Filistînê nas bikin

Macron: Eger reform pêk bên em dikarin dewleta Filistînê nas bikin

PeyamaKurd - Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, ji ber rewşa şer a li Filistînê, bi Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas re pêwendiyeke têlefonî pêk anî.

Macdon, di axaftina xwe ya telefonê de ji Serokê Filistînê Mahmud Abbas re ragihand ku eger Fransa "reformên pêwîst bike" wê dikaribe dewleta Filistînê nas bike.

Di derbarê pêwendiya bi têlefonê ya Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokdewletê Filistînê Mahmûd Abbas de Qesra Elyseeyê daxuyaniyekê parve kir.

Di daxuyaniya Qesrê de hat diyarkirin ku Macron ji Abbas re gotiye ku heke Fransa reformên pêwîst bike wê dikaribe Filistînê wek dewlet nas bike. 

Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin ku Macron soza ku wê Fransa ji bo Fîlîstînî û Îsraîliyan 'vîzyoneke hevpar' û 'garantiyên ewlehiyê' ava bike daye Mahmûd Abbas.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron, di daxuyaniya xwe ya dawî de gotibû: "Naskirina Filistînê ji aliyê Fransayê ve ne tabû ye û ew amade ye ku dewleta Filistînê nas bike." 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin