PeyamaKurd – Serokomarê Fransayê Macron êrîşa li dijî TUSAŞê şermezar kir û peyama piştevaniyê da Tirkiyeyê.
Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron derbarê êrîşa li ser tesîsên qazana Kahraman a Enqereyê ya Pîşesaziya Hewayî ya Tirkiyeyê (TUSAŞ) de ev daxuyanî da:
“Ez êrîşa terorê ya ku li Enqereyê hat kirin bi tundî şermezar dikim. Em êşa xizmên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane parve dikin û ji wan re sersaxiyê dixwazin. Li dijî terorê em bi Tirkiye û gelên Tirkiyeyê re di nava piştevaniyê de ne.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin