PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron li Brukselê tevlî civîna lîderên Yekîtiya Awrûpayê bû û di pey de civîna çapemeniyê lidar xist. Macron ji bo peyamnêra Rûdawê Ala Şalî weha got:
“Îstîqrar û desthilata Iraqê, wê bi xêra têkiliyên baş yên bi hukumeta Herêma Kurdistanê re bê tesîskirin. Em hêvî dikin ku têkiliyên Erbîl-Bexda baş bin, li Iraqê aborî û îstîqrar bê parastin û temamê hêzên herêmê ji vêya re rêz bigrin.”
Di civîna çapemeniyê de Macron behsa gelek mijaran kir û pirsa rojnamevanan bersivand. Xalên Macron li ser wan axifî wehane:
-Macron xwest ku zûtir li Îngîltere îstîqrar çêbibe û got dê ev ji bo YA yê baş be.
-Divê YA yekîtiya fînans û siyaseta xwe biparêze. Eger Almanya xwe îzole bike, ji bo Almanya û hem YA yê baş nîne.
-Macron ragihand ku wek Fransa, İspanya û Portekiz li hev kirine ku dest ji xeta xazê ya bi navê ‘Midcat’ ê berdane ku proja bakûrê Îspanyayê ya Katalonya û başûrê Fransayê bi hev re girêdide.
-Fransa, İspanya û Portekiz biryarê dane ku wê di hefteyên pêşiya me de li ser projeyekî bixebitin, projeya di navbera her sê dewletan de û Fransayê û endamên din yên Yekîtiya Awrûpayê bi hev re girê bide. (Korîdora enerjiyê ya kesk). Detayên projeyê wê di 8-9 ê meha 12 an de di civîna bajarê Alicante yê Îspanyayê di civîna ‘EuroMed’ ê de diyar bibe.
-Her weha divê proja elektrîkê ya navbera wan her sê dewletan, danîna têkiliyan ya di navbera Barselona û Marsilyayê de, di seha hidrojen û enerjiya ku xwe taze dike, kirine hedef ku li serê bixebitin.
-Macron ragihand ku dixwazin siyasetekî li hemberê Îranê bimeşînin da karibin dawiyê li şiddet û êrîşên Îranê yên li ser xelkê bînin. Ew jî bi danîna diyalogê dibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin